Daxuyaniya Zerîf derbarê kîmyabarana Helebcê û xemsariya welatên rojavayê di vê barê de
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf di twîtekê de li ser karesata kîmyabarana Helebce, dabînkerên çekên qedexekirî yên rejîma Sedam Huseyn û bêdengî û xemsariya Welatên Rojava nivîsî.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand, îro 16ê Adarê salvegera karesata kîmyabarana Helebcê ye.
Mihemed Cewad Zerîf got: ‘’Hin hene’’ heta naha jî naxwazin li xwe mikur bên ku welatên rojava çekên kîmyayî dane rejîma Beis a Iraqê.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, amaje bi wê yekê jî kir di wê karesatê de bi çekên kîmyayî yên welatên rojava bo Iraqê şandibûn ve 5 hezar hemwelatiyên sivîl ên kurd şehîd bûn û got: ‘’Hîn jî behsa taybetmendiya şerxweziyê dikin? Şermezariye?’’
Roja 16.03.1988ê rejîma Beis a Sedam Husên serokomarê dîktator ê wê demê yê Iraqê, bajarê Helebcê kîmyabaran kir û di çend saetan de zêdetir ji 5 hezar hemwelatiyên sivîl şehîd bûn û zêde ji 10 hezar sivîlên din jî mexdûr û birîndar bûn. Netenê welatên rojavayê bi taybetî Amerîka wê demê li hemberî vê karesetê bêdeng û xemsar man, niha jî hîn gelek ji wan derheq vê bûyera tal xemsar in.