'Bergiriya asimanî hêmayeke hêz û iqtidara Îranê ye'
Adar 15, 2021 08:07 Asia/Tehran
Serokê Rêxistina Bawerî-Siyasî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir, Bergiriya asimanî hêmayeke hêz û iqtidara Îranê ye.
Li gorî rapora IRNAyê, Ebas Muhemedhesenî, Serokê Rêxistina Bawerî-Siyasî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tevî teqeziya li ser vê yekê ku asimanê Îranê jibo Îranê û dostên wê ewleh û jibo dijminan ne-ewleh e, got: Bergiriya asimanî hêmayeke hêz û iqtidara Îranê ye.
Serokê Rêxistina Bawerî-Siyasî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Kûrahiya stratejîk a Komara Îslamî ya Îranê sînor têperandine.