Rûhanî: Amar û nîşanên makro-aborî nîşana serfiraziya di şerê aborî de ye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku amar û nîşanderên aboriya makro nîşana serkeftin û serfiraziya di şerê aborî de ne.
Li gorî IRNA, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî roja Yekşemiyê li civîna Civata Hevrêziya Aborî ya hukûmetê, behsê potansiyela aborî ya hêvîdar a welêt kir û got: Amar û nîşanên makro-aborî rêyek erênî û bêbandorkirina sizayan û têkçûna teqez a siyaseta zexta herî zêde û çirûskên serfiraziyê di şerê aborî de nîşan didin.
Rûhanî dibêje: "Ev serkeftina tam di wan salan de qewimî ku gelek welat ji ber pandemya Coronayê di warê geşedana aboriya xwe de paşvaketin û bişûndamayî dîtine."
Wekî Rûhanî dibêje: Ev serkeftin ew e ku dijmin, di çarçova armancên xwe yên xerab ên li hember neteweya Îranê de, dixwazin kêmreng û înkar bikin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Bê guman sala bê dê bi piştgîriya gel û çalakên aboriyê ji aboriya vî welatî re bibe saleke geş û hêvîdar.