Adar 14, 2021 19:04 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Proja veguhastina avê ji Kendava Farsê dê bibe sedema guhertinek mezin li rojhilatê Îranê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê proja veguhastina avê ji Kendava Farisî û Behra Omanê ber bi navend û herêma rojhilatê Îranê ve wekî pilanek pir mezin û dîrokî ji bo geşepêdana hevseng a welêt wesif kir.

Hesen Rûhanî roja Yekşemê di merasîma bikaranîn û destpêkirina karûbarên rêvebir ên 5 beşên proja veguhastina avê ya Kendava Farisî û Behra Omanê bo parêzgehên Hormizgan, Kirman, Yazd, Isfahanê, Xorasana Başûr, Xorasan Razawî û Sîstan û Belûçistanê bal kişand ser pêngavên rakirî yên wdewletê di warê av û axê der û got: "Di heşt salên borî de, di warê avê û axê de ne bazdanek ber pêş belkî Inqilabeke mezin di vî warî de çêbûye."

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi pîrozkirina hilketina meha Şebanê got: Pêkanîna projeyek mezin ji bo veguhastina avê ji Kendava Farisê û Deryaya Omanê bo deşta navendî û herêmên rojhilatê welêt, ji bilî dabînkirina zemînek ji bo geşepêdana van herêman, destkeftiyên xwe yên din ên bi rûmet hene û îro bi saya hewldan û înîsiyatîfa ciwanên me di şirîketên bingeh-zanist de ji bo çêkirina pompeyên pidivî yên van xetên veguhastina avê em gihêştine asta bêhewcebûna bi yên din.

Ruhanî derbarê vekolandinên ser vê projeya mezin a neteweyî û got: Pisporên hawîrdor bi endîşe bûn ku vegerandina gendava dezgehên şirînkirina avê nav Kendava Farsê dê zirarê bide hawîrdorê, ji ber vê yekê me pêkanîna vê projeyê bi şertê veguhastina gendavê nav Behra Oman ve girêda, ku xetereyên hawîrdorê tunebe.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê diyar kir ku welatên başûrê kendava Faris gelek sal in ku ji Kendava Faris avê hiltînin, û tekez kir: Pêwîst e Wezareta Karên Derve bi ciddî li pey paristina jîngehê be ji hêla welatên din ên ku bi salan e ava Kendava Farsê şirîn dikin.

Serepeyv