Rûhanî: Kompaniyên zanistbingeh û dermanî, Îran ji kirrînê bêminet kirin
Adar 13, 2021 12:58 Asia/Tehran
Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir, Kompaniyên zanistbingeh û dermanî, Îran ji kirrînê bêhewce kirin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Şemiyê got: Di dewrana têkoşîna dijî Koronayê, kompaniyên zzanistbingeh li kêleka kompaniyên dermanî yên Îranê hatin meydanê û welat ji kirrîna dermên û alavên pizişkî bêhewce kirin.
Rûhanî di civîna Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê da tevî sipasiya ji kompaniyên zan istbingeh nemaze di berhemanîna maske, ventîlator, derman û alavên din ên pizişkî da got: Heke biryar bûba me ev alav nemaze di serdema boykotan da ji derve bikiriyana, em ê tûşî gelek pirsgirêkan bihatana.