Xetîbzade: Van şeş salên çûyî, xewn û xeyala dagirkirina Yemenê di "sê hefteyan" serê xwe negirt
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê tekez li ser rawestandina êrişa leşkerî ya Erebistanê ser Yemenê û rakirina dorpêçkirina gelê Siûdî kir û di twitterê de wiha nivîsî: "Ev şeş sal in, xeyala dagirkirina Yemenê di sê hefteyan de serê xwe negirt."
Li gor Fars Newsê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade roja pêncşemê bal kişand ser gotinên rêvebirê Bernama Xwarinê ya Cîhanî (WFP) derbarê birçîtî û xelayê li Yemenê û bombebarana vî welatî ji aliyê Erebistanê, kir û li ser twitterê nivîsî,: "Erebistana Siûdî carek din bi binpêkirina prensîbên exlaqî gelê Yemenê yê dorpêçkirî û birçî û ketî ber xelayê bombebaran dike."
Xetîbzade herwiha got: "Divê Erebistana Siûdî vî kuştinê rawestîne û vî şerê dijî Misilman û Ereban bidawî bîne."
Têkildarî xela û birçîbûna li Yemenê, rêvebirê kargêriya Bernameya Xwarinê ya Cîhanî got ku pitir ji 400,000 zarok tûşî kêmxwarin û xwarina xwarekên nesûdmend bûne û ew eger bi zûyî neyê derman kirin dê bimirin.
Adar 2016 Erebistana Siûdî êrişek leşkerî li dijî Yemen dest pê kir û şer û dorpêça gelê Yemenî ji wê demê ve berdewam e. Di destpêka qeyrana Yemenê de, Komara Îslamî ya Îranê planeke çar xalî pêşniyar kir û di vê heyamê de hemî şiyanên xwe bikar anî da ku qeyrana Yemenê ji hêla siyasî ve çareser bike.