Adar 11, 2021 08:27 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Weşandina Pûlê li Herêma Kurdistanê berovajiya qanûnên navneteweyî ye

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê di bersiva pirsekê derbarê weşandina pûlê li Herêma Kurdistana Iraqê, got: Ron e ku tiştê di atmosfera gelemperî da hat weşandin, berovajiya xalên navneteweyî ye.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya IRNAyê, Seîd Xetîbzade got: Ron e ku tiştê di atmosfera gelemperî da hat weşandin, berovajiya xalên navneteweyî ye.

Xetîbzade her wiha got: Komara Îslamî ya Îranê tevî rêzgirtina li dewleta Iraqê derbarê vê mijarê, daxwaza komkirin û sererastkirina bilez a vê kiryara nedostane kiriye.

Wezareta Veguhestinê ya Herêma Kurdistana Iraqê bi boneya sefera Pap Fransîs bo parêzgehên bakurî yên vî welatî çend pûl çap kirin ku ji bilî rênedana bo zimanê erebî wek zimanê yekem ê fermî yê Iraqê li ser pûlan, nexşeya sextre jî li ser wê daniye.

Bereya tirkmenên Iraqê tevî şermezarkirina tund a çapa pûlê ji aliyê rêveberiyên Herêma Kurdistanê bi boneya sefera Pap Fransîs bo vê herêmê, ji rayedarên Herêmê xwest ku vê pêvajoyê ku li dijî yekîtiya Iraqê ye, wêda dayne.

 

Serepeyv