Xetîbzade: Weşandina Tembir li herêma Kurdistanê li dijî prensîb û qayide û qirarên navneteweyî ye
Di bersiva pirsekê de di derbarê weşandina Tembirekê li herêma Kurdistana Iraqê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Diyar e ewa ku di fezaya gelêrî hatiye weşandin li dijî prensîb û qayide û qirarên navneteweyî ye.
Li gorî IRNAyê roja Çarşemê, Seîd Xetîbzade ragihand: "Diyar e ya ku di raya giştî de hatî weşandin dijî pîvan û qayid û qirarên navneteweyî ye."
Xetîbzade diyar kir: Komara Îslamî ya Îranê, hevdemê nîşandana nerizamendiya xwe ji hikûmeta Iraqê derbarê vê meselê, ev tembirana bi lez werin komkirin û ev kiryara nedostane were serastkirin.
Wezareta Veguhestinê ya Herêma Kurdistana lraqê bi minasebeta seredana Papa Francis ya parêzgehên bakurê vî welatî gelek tembirên bîranînê weşandin ku li ser wan zimanê erebî wekî zimanê yekem ê Iraqê nakeve ber çavan û ji bilî viya li ser van tembiran nexşeyeke derew hatiye çapkirin.
Eniya Tirkmenî ya Iraqê çapkirina tembrên bîranînê ji hêla rêvebiriyên Herêma Kurdistana Iraqê ve bi minasebeta seredana Papa Francis bo herêmê bi tundî şermezar kir û bang li karbidestên herêmê kir ku dev ji vê kiryara xwe ku ê yekîtîya Iraqê dike armanc berde.