Adar 11, 2021 01:12 Asia/Tehran
  • Salihi: Fetwaya Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî derbarê qedexebûna bombeya atomê de gotina dawî ya Îranê ye

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê di hevpeyvînekê de bi PBS aAmerîkayê got: "Fetwaya Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî derbarê qedexekirina bombeya atomî de, gotina dawî ya Îranê ye."

Elî Ekbar Salihî, di hevpeyvînekê de bi Kanala Nûçeyan a PBSa Amerîkayê re ku beşek jê hate weşandin, diyar kir: Gotina dawî Rêberê Giranqedir ê Inqilaba Îslamî gotiye. Rêberê mezin ê Inqilabê fetwayek derxistiye ku ne tenê hukmeke olî ye belkî qet ti nîqaşek jî ser wê tine. 

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê destnîşan kir: "Her kes dikare qala zihniyet û mirazên dilê xwe bike, lê di pratîkê de, tiştê ku fetwa dibêje divê em bikin."

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê, behsa vekişîna Amerîkayê ji Rêkeftina Navokî û hebûna Îranê di mekanîzmaya wê de kir û got: Çima em dixwazin pirsgirêkê aloz bikin? Yê ku ji Rêkeftina Navokî derketiyê divê berî her kesî vegere.

Serepeyv