Rûhanî: Berdewamiya cezayên dijî Îranê daxwaza siyonîzm û paşverûtiya herêmê ye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê berdewamiya cezayên dijî Îranê xwesta dilê siyonîzm û paşverûtiya heremî û zilma li gelê mezin ê Îranê da zanîn.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî Îro roja Çarşemê di civînek wezîran de got: Eger em yekgirtî û yekdeng bibin, em ê bikarin bizûtî serkeftinê hembêz bikin wî di dewamê de wiha got: "Organîzatorên têkçûna Îran û pergala me roja îro bi eşkere bi têkçûna xwe îtirafê dikin û eva nîşan dide ku serkeftin nêzîk e."
Rûhanî got: "Gava ku miletek sê salan li hember hêzek mezin bisekine û yê nû hatî hilbijartin li wî welatî bi eşkere dibêje ku riya çar salên berê têk çûye, ev tê wateya serketina Îranê û bê guman heke em riya xwe bi yekitiyê bidomînin, em ê bi ser bikevin. "
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Xîtabî karbidestên Qesra Spî kir, û got: "Hûn şerm nekin û vegerin qanûnê û ji bo cîbicîkirina qayide û qirarên navneteweyî îro û sibe nekin û zanibin ku wekî Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî got," Gava ku hûn vegerin ser sozên xwe, em ê jî dest xwe ve vegerin sozên xwe cî bi cî bikin.
Rûhanî di destpêka axaftina xwe de, Cejna Qurbanê ya Pêxemberê mezin ê Îslamê pîroz kirin û ev roj wekî roja herî hêja di dîrokê de û Beset wekî bûyera herî mezin a dîrokê bi nav kir û got: Ola ku Pêxember ji bo pêşvebirina wê hatibû şandin navê wê Îslam e, ew tê wateya aştî, tenduristî, xweçemandin li ber heq û qanûnê û emrê Xwedê teala . Îslam olek e ku seranserê wê ewledarî û saxlemî ye.