Adar 10, 2021 14:06 Asia/Tehran
  • Zerîf: Tenê Îran pabendî Rêkeftina Navokî bûye

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf amaje bi berpirsiyariyên Troîka Ewropî û Amerîkayê di cîbicîkirina Civata Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî kir û diyar kir ku tenê Îran pabendî vê rêkeftina berfireh bûye.

Li gorî IRNA; Wezîrê karên derve yê Îranê roja sêşemê li ser rûpela xwe ya Twitterê di peyamekê de nivîsî: Divê Amerîka û sê welatên Ewropî li şûna gotinên bê emel di dawiyê de erkên xwe bi cî bînin.

Zerîf destnîşan kir ku Rêkeftina Navokî bernameyek berfireh e ku ji hêla 5+1 (ji wan Amerîka) û Îran ve hate îmzakirin û gihêşte encamê.

Zerîf diyar kir ku li navê sereke ya Rêkeftina Navokî navê "giştalî" jî dikeve ber çavan. Ev amajeya Zerîf ser navê "giştalî" di berteka vê yekê ye ku Amerîka bi caran diyar kiriye ku lê digere Peymaneke "Giştalî" bi Îranê re îmza bike.

Îro dîsa 140 qanûndanerên amerîkî bêyî berçavgirtina vê yekê ku Waşîngton  ji Rêkeftina Navokî derketiye û divê ku ew vegere nav vê rêkeftinê, nameyek ji wezîrê derve yê vî welatî Anthony Blinken re şand û  jê xwest ku hewl bide bi Îranê re ser Rêkeftineke Giştalî li hev bike.

Li dû vekişîna yekalî û neqanûnî ya Amerîkayê Rêkeftina Navokî (8ê Gulana 2018), Îran hewl da ku peymana nukleerê bidomîne, bi şertê ku aliyên din ên peymanê bi peywirên xwe rabin, Lê ewropiyan soza parastina Rêkeftinê dan lê di pratîkê de ti karek nekirin.

Komara Îslamî ya Îranê di 23`ê Sibatê de di çarçova Zagona "Kiryara Stratejîk a Rakirina Sizdanan û Parastina Mafên Neteweya Îranê" de çalakiyên dilxwazî ​​yên di bin Konseya Ewlekariyê ya NY de jî rawestand.

Serepeyv