Adar 10, 2021 11:03 Asia/Tehran
  • Yekem cezayê dijî-îranî ji hêla hukûmeta Biden/ du berpirsên Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ketin nav lîsteya reş

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wan ceza li ser du endamên Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî sepandiye.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan Elî Himetiyan û Mesûd Sefderî xistiye nav lîsteya cezayan ji ber ku wan wekî "binpêkirina mafên mirovan" bi nav dike.

Li gor vê boykota Amerîkayê ev du berpirsên Sipahê Pasdaran  û kesên ji malbata wan dê nikaribin derbazî Amerîka bibin.

Wezîrê Dervê yê Amerîka Anthony Blinken îdia kir ku wan her du berpirsên girêdayî sipaha pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê di ser girtîyên sîyasî û hin kesên din yên hatine desteserkirin re êşkence kirine û cezayên giran yên dijî mirovahîyê dane wan.

Sizayên hukûmeta Amerîkayê li dijî van berpirsên Sipahê Pasdaran roja sêşemê hate sepandin, eva di rewşekê ye ku  karbidestên rêvebiriya nû ya Amerîkayê bi têkçûna siyaseta bi navê "zexta herî zêde" dijî Îranê ya ji aliyê hikûmeta Trump îtiraf kirine.

Serokomarê nû yê Amerîkayê Joe Biden îdîa kir ku ew dixwaze dîplomasiyê bikar bîne da ku Rêkeftina Navokî biparêze û vegere ser vê rêkeftinê.

Îran dibêje şertê parastina Rêkeftina Navokî eva ye ku Amerîka ku bi xwe ji vê rêkeftinê derketiye berî her tiştî boykotên li dijî Îranê rake. Lê Amerîka dibêje bila Îran berî her tiştî vgere ser pêsparteyên xwe yên li gor rêkeftinê û eva ji xwe re kiriye mihane da ku cizayên li dijî Îranê bidomîne.

Serepeyv