Adar 08, 2021 21:38 Asia/Tehran
  • Serketina testa mirovî ya vaksîna îranî ya Cov Pars'ê

Lêkolerê sereke yê projeya Cov Pars'ê, qala serketina testa mirovî ya vaksîna îranî ya Cov Pars'ê kir.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Seîd Kelanterî, Lêkolerê sereke yê projeya Cov Pars'ê got: Lêdana derziya faza yekem a Vaksîna Cov Pars'ê bo 120 kesên xwebexş ji sibe Sêşemiyê va dest pê dibe û heta niha tu kêşeyek di 13 kesên xwebexş ên sereke yên wergirtina vaksînê nehatiye dîtin.

Li gorî gotina Kelanterî, di faza duyem da jî dê 120 kes di çar komên 30 kesî da derziyê werbigirin.

 

Serepeyv