Çêkirina balefiran nîşana iqtidara Îrana Îslamî ye
Adar 08, 2021 17:49 Asia/Tehran
Fermandarê hêza bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê çêkirina balefiran nîşana iqtidara Îrana Îslamî da zanîn.
Li gorî rapora IRNAyê, Emîr sertîp balefirvan Ezîz Nesîrzade, Fermandarê hêza bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê got: Çêkirina balefirên bêmirov û bimirov û muhîmatên hişmend nîşana iqtidara vê hêzê di Komara Îslamî da ye û ev memûriyet bi baştirîn awayî pêk tê.
Fermandarê hêza bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê derbarê iqtidara hêzên asimanî yên artêşê jî got: Komara Îslamî ya Îranê di 40 salên borî da di bin boykotan da bûye, lê di vê heyamê da her dema ku memûriyetek bo hêza asimanî ya artêşê hatiye radestkirin, bi baştirîn awayî ew cih aniye.