Heta îro 8ê Adara 2021ê - Derdora miliyonek û 449 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne
Adar 08, 2021 14:29 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 698 hezar û 5 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 449 hezar û 350 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 8313 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 698 hezar û 5 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 99 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 60 hezar û 786 kesî kesî."