Zerîf û wezîrê derve yê Îrlandayê li ser mijarên dualî û navneteweyî bi hev re gotûbêj kirin
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di hevdîtina wezîrê karên derve yê Îrlandayê dederbarê mijar û meselên du alî û navneteweyî gotûbêj kirin.
Li gor Iranpressê, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf û wezîrê derve yê Îrlandayê Simon Cavoni, roja Yekşemê li Wezareta Derve civiyan.
Di hevdîtina di navbera Zerîf û Wezîrê Derve yê Îlandayê de, her du aliyan li ser Rêkeftina Navokî, mijarên dualî û geşedanên navneteweyî yên herî dawî jî gotûbêj kirin.
Di civînê de Seyd Ebas Iraqçî, Alîkarê Wezîrê Derve yê Karûbarên Siyasî û Seîd Xetîbzadeh, Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Îranê jî amade bûn.
Simon Cavoni îro bi Serokkomar Hesen Rûhanî re jî hevdîtin kir.
Wezîrê Derve yê Îrlandayê di daxuyaniyekê de ku roja Şemiyê li ser malpera Wezareta Derve ya vî welatî hate weşandin got ku ev serdan piştî biryara hikûmetê ye di heftiya borî de jibo damezrandina kardar û vekirina balyozxana Îrlandayê li Tehran heta sala 2023 pêk hat.
Li gorî gotina Cavoni, Îrlanda wekî hêsankerê Biryarnama 2231 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (ya ji bo piştgiriya ji Rêkeftina Navokî) hatiye hilbijartin.