Adar 06, 2021 16:00 Asia/Tehran
  • Vaksîna îranî ya Koronayê di dema boykotan da hat çêkirin

Serokê Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir, Vaksîna îranî ya Koronayê di halekî da hat çêkirin ku boykotên herî giran li dijî Îranê hatine sepandin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Hucet ul-Islam wel-Muslimîn Muhemed Muhemedî Gulpayganî, Serokê Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Vaksîna îranî ya Koronayê di halekî da hat çêkirin ku hemî derî li ser welêt hatine girtin.

 

Muhemedî Gulpayganî bi gotina vêya ku vaksîn di halê kemilandinê da ya Erkantiya Cihanînê ya Fermana Hezretê Îmam Xumeynî (Re) bi tu yek ji berhemên welaêtn din di vî warî da nayê qiyaskirin, got: Vaksîna amerîkî ya Pfizer'ê heta niha bûye sebeba mirina çend kesan û jibo hin kesan jî bibandor nebûye.

Serokê Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî eşareta nepejirandina vaksîna amerîkî ya Pfizer a amerîkî ji aliyê hin welatan, got: Li aliyê din, vaksîna îranî ya Koronayê di dema boykotan da hatiye çêkirin û karên wê di halê pêkanînê da ye.

 

Serepeyv