Adar 06, 2021 08:42 Asia/Tehran
  •  Xerîb Abadî: Îran terora şehîd Fexrîzzade bêbersiv nahêle

Balyoz û Nûnerê hertimî yê Îranê li ba rêxistinên navneteweyî li Viyenê destnîşan kir ku Îran terorkirina zanyarên xwe yên navokî bêbersiv nahêle.

Li gorî rapora ISNAyê, Kazim Xerîb Abadî, Balyoz û Nûnerê hertimî yê Îranê li ba rêxistinên navneteweyî li Viyenê got: Şehediyên ron û zelal nîşan didin ku Rêjîma Siyonîst li paş perdeya terora cinayetkarane ya Muhsin Fexrîzade zanyarê navokî yê Îranê ye û divê ji ber vê cinayeta nemirovî bersivê bide.

Li gorî gotina Xerîb Abadî: Dûhatên kiryareka wiha xeternak jibo aştî û ewlehiya navneteweyî nebaş e.

Serepeyv