Adar 05, 2021 21:43 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê de 81 îraniyan ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dan. Bi van goriyên Koronayê hejmara kesên ku heya niha li Îranê ji ber Koronayê can dane gihêşte 60 hezar û 512 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro Înê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de 8 hezar û 367 kesên din bi Koronayê ketin ku ji wan 702 kes di nexweşxanê de hatin razandinê.

Dr. Sîma Sadat Larî her wiha diyar kir ku heya vê demê li Îranê milyonek û 673 hezar û 470 kes bi Koronayê ketine.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê  her wiha îro got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 428 hezar û 8 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Heya vê demê li gor amarên fermî yên welatên cîhanê, heya vê demê jimara pêketiyên Koronayê li cîhanê ji 116 milyon kesan derbas bûye û zêde ji 2 milyon û 583 hezar kesan jî ji ber vê vîrusê can dane . 

Serepeyv