Adar 04, 2021 13:30 Asia/Tehran
  • Emîr Nesîrzade: Balefira Keman-22 bi zûtirkê dê tevlî amûrên asimanî yên Îranê bibe

Fermandarê Hêza Asimanî ya Artêşa Îranê got: balefira bêbalefirvan a Keman-22 dikare barên cûrbecûr wek mûşek û bombeyê hilgire.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Emîr sertîp Balefirvan Ezîz Nesîrzade, Fermandarê Hêza Asimanî ya Artêşa Îranê derbarê Balefira Keman-22 û taybetmendiyên wê yên operasiyonê got: Balefira Keman-22 dikare barên cûrbecûr weke bombe û mûşekê hilgire.

Wî her wiha got: Taybetmendiyeka din a vê balefirê, berdewamiya zêde ya wê ya firrînê ye ku derdora 24 saetan tê texmînkirin û dikare zêdetir jî bifirre. Loma di armancên dûr da dikare operasiyonên cûrbecûr wek şer, baldarî, şopandin û naskirin û wênekişandinê bi bikaranîna qaseke berbiçav a muhîmatan cih bîne ku encama wê zêdebûna şiyana şêrr a Hêza asimanî ya Artêşa Îranê ye.

Fermandarê Hêza Asimanî ya Artêşa Îranê wek bersiva bo pirsa derbarê vê yekê ku hin medyayên amerîkî û siyonîstî îdia dikirin ku Îranê nikare balefireke wiha çêbike, got: Wan bi caran dîtine ku me her çi îdia kiriye, çêkiriye û derbasî qada şêrr kiriye.

 

Serepeyv