Adar 03, 2021 13:37 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Rêkeftina Navokî bi diruşmeyan nayê parastin; divê jê re karek were kirin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê diyar kir ku diyar kir ku li benda kiryara pratîk e derbarê Rêkeftina Navokî û di dewamê de got: Rêkeftina Navokî bi diruşmeyan nayê parastin.

Li gorî IRNAyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro çarşemê di civîna desteya wezîrên dewleta Îranê de bal kişande ser vê yekê ku hikûmeta vê demê ya Amerîkayê qebûl kiriye ku rê û şêwza hikûmeta berê şaş û çewt in û got: Ji bo Îranê, prensîpa herî girîng rakirina dorpêçan û dayîna mafên gelê Îranê ye, lê hêj ji hêla hukûmeta amerîkî ve tu kiryarek cidî nehatiye kirin.

Rûhanî diyar kir ku heke Amerîka hemî dorpêçan rake, Îran jî dê tavilê hemî berpirsiyariyên xwe bicîh bîne û di dewamê de got: "Amerîka û Ewropa diruşmeyan bilind dikin û dibêjin em dixwazin vegerin Rêkeftina Navokî, lê diruşme têrê nakin. Divê ew tevbigerin."

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha amaje bi bandora siyonîstan di biryarên serokomarê berê yê Amerîkayê Donald Trump de kir û got: Wî bi eşkereyî dirûşm digotin Amerîka yekem e, lê di pratîkê de, Siyonîzm yekem bû, tundrewî duyemîn, nîjadperestî sêyem û Amerîka çaremîn; Siyonîstan Trump xapand û ew kişand nav riyeke çewt û xelet.

Serepeyv