Gotûbêja telefonî ya Zerîf û Guterres ser Yemenê
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres şeva Sêşemê bi telefonê bi Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf li ser rewşa Yemenê peyivî.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, Sekreterê Giştî yê NY "Antonio Guterres" di vê pêwendiya têlefonê de, dema şirovekirina tedbîrên nû yên Neteweyên Yekbûyî ji bo bidawîanîna şerê li Yemenê û pêkanîna aştiyek dadperwer û destpêkirina diyaloga siyasî li vî welatî, banga domandina hewildanên berbiçav yên Komara Îslamî ya Îranê ji bo pêkanîna aştiyê li Yemen bibe alîkar.
Zerîf herwesa piştevaniya Komara Îslamî ya Îranê ji hewldanên Neteweyên Yekgirtî jibo pêkhatina aştîyek dadperwer li Yemenê ragihand û tekez kir: Li ser pêwîstiya bidawîkirina şer, rakirina dorpêçê û pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji bo gelê Yemenê tekez kir.
Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê her weha hêvî kir ku bi riya guftûgoyên navbera yemeniyan ên domdar damezirandina hukûmetek ku gişt aliyan bigire ber xwe, ewlehî û aramiyê li Yemenê pêk were.
Komara Îslamî ya Îranê wekî yek ji welatên bibandor li navçeyê, hertim hewl daye ku krîzên li Rojavaya Asyayê, di nav de qeyrana Yemenê, bi rêkên siyasî çareser bike.