Adar 02, 2021 14:28 Asia/Tehran
  • Heta îro 2ê Adara 2021ê - Derdora miliyonek û 393 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 648 hezar û 174 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 406 hezar û 845 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 8495 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 648 hezar û 174 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 86 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 60 hezar û 267 kesî kesî."

 

Serepeyv