Adar 02, 2021 13:24 Asia/Tehran
  • Berdevkê Dewleta Komara Îslamî ya Îranê: Tu riyek ji bilî vegeriyana bo Peymana Navokî li ber Amerîkayê nemaye

Berdevkê Dewleta Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir ku siyaseta zexta herî pirr têk çûye û tu riyek ji bilî vegeriyana bo Peymana Navokî jibo Amerîkayê nemaye.

Li gorî rapora ISNAyê, Elî Rebîyî, Berdevkê Dewleta Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê got: Di siyaseta derveyî da dewletê li gorî mentiqê biryar dane û ji yekem rojên xebata xwe va li dû rakirina boykotan bûye.

Rebîyî got: Me xeleka xistina Îranê nav rewşa elwehiyê bi biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiya NY têk şikand.

Berdevkê Dewleta Komara Îslamî ya Îranê got: Siyaseta Zexta herîpirr roja îro li gorî mukurhatina amerîkiyan bixwe, têk çûye û ru riyek jibo Amerîkayê nemaye, ji billî ku vegere Peymana Navokî.

 

 

Serepeyv