Adar 01, 2021 22:14 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Sûcdar û gefxwarina li Îranê ti encameke xwe tine

Berdevkê Wezareta Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi tekezkirina ser vê yekê ku sûcdar û gefxwarina li Îtranê ti encameke xwe tine, got: Îran ji bo gavên erênî bersiva erênî dide.

Berdevkê Wezareta Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade îro duşemê di press konferansa xwe de bal kişand ser helwêst û bawera zelal a Îranê derbarê pêşniyara Berpirsê Siyaseta Derve ya Yeketiya Ewropayê Josep Borrell derbarê civîna hevpar a Amerîka û Ewropayê û got: Helwêsta Îranê eşkere û zelal e û me ew bi eşkere û bi tevahî diyar kir û di vê helwestê de tu guherîn çênebûye.

Xetîbzade anî ziman ku riya ber Amerîkayê eva ye ku desbv ji riya şaş a berê berde û zextên herî zêde ser Îranê rake, lê me ti guhertinek di helwêsta Amerîkayê de nedîtiye, ger Amerîka dixwaze li pişta maseya Rêkeftina Navokî cih bigire divê ku vegere nav vê rêkeftinê û soz û qirarên xwe li gor wê cih bîne.

Berdevkê Wezareta Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê ji aliyê ewropî yê rêkeftina navokî re jî got: Riya hevkariyê ji her rêyek çêtir e ji ber ku riya tawanbar û gefên li dijî Îranê kar nake û Îran bersiva riya hevkariya hevbeş dide.

Xetîbzade derheqê ihtimala pesendkirina pêşnumaya dijî Îranê ya li Lijneya Rêveberên IAEA û îhtîmala derxistina biryarnameyek dijî Îranê û bidawîkirina hevkariya bi Ajansê re eşkere kir: Di cîbicîkirina sozên Amerîkayêî de rêveberiya Biden riyek dilsarkirin û bêhhêvîkirinê da despêkirin; Riya hevkariya Îranê bi IAEA re di riya Peymana Çavdêrî û Ewlehiyê de diyar e û dê berdewam bike.

Berdevkê Wezareta Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê derbarê hegerên muzakirenekirina Îranê bi hikûmeta Biden re got: Îranê rê li ber dîplomasiyê vekiriye, divê sê gav werin avêtin; Ragihandina vegera nav peymana navokî, rakirina bi bandor a cezayan û vegera ser maseya muzakereyê; Ne berevajî ye ku meriv bifikire ku ceza dê bidomin, dê zordarî bidome û ew ê li ser maseya muzakereyê bibin.

Xetîbzade derheqê gotinên vê dawiyê yên serokwezîrê Rejîma Siyonîstî Benyamîn Netanyahu derbarê vê yekê ku nahêle Îran çekên atomî hebe got: Rejîma dagirkerê Qudsê koka gelek alozî, bêewlehî û pirsgirêkên li Asyaya Rojava ye, ev tomtbarkirinan bi kêrî Serokwezîrê fesadkar ê Rejîma Siyonîst tê; Di doktrîna Îranê de ti çekek nukleerî tune, lê cîhana rojava çavên xwe li ser bi sedan çekên nukleerî yên Îsraîlê girtine.

Serepeyv