Hişyariya Zerîf ji Ewropa û Amerîkayê re di derbarê kiryara wan a çewt di Desteya Rêveber a IAEA de
Wezîrê Karên Derve ya Îranê got: "Şopandina biryara dijî Îranê di Lijneya Rêvebirên Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) de dê bibe sedema tevliheviya rewşa heyî."
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf roja duşemê li rex kombûna Komisyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, têkildarî hewildanên derketina biryarnama dijî Îranê li Civata Rêvebirên IAEA, got: "Ewropî bi piştgiriya Amerîkayê di Civata Rêveberan de karekî çewt dest pê kirin ku dê bibe sedema telîheviya rewşê.
Zerîf got ku rewşa heyî ji hemî endamên Lijneya Rêveberan re hatî vegotin û wiha dewam da gotina xwe: "Em hêvî dikin ku aqil bi ser keve û heke wiya çênebe, di vî warî de eê ê rûçareyên din bicerbînin."
Medyaya rojavayî ragihand ku Amerîka dixwaze biryarnama dijî Îranê di civîna Lijneya Rêvebirên IAEA de pêşkêşî bike.
Di vê navberê de, "Elî Ekber Salihî", serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê, roja Yekşemê got: "Ger Desteya Rêvebirên Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî biryarek li dijî pêngava Îranê ya derbarê Protokola Pêvek derxîne da ku Îran wê bide sekinandin, Îran dê bersivek guncan bide di vî warî de nameyek jî hatîye şandin.