Rûsya siyaseta dualî ya Rojava li hember Îranê rexne dike
Nûnerê Rûsyayê li rêxistinên navneteweyî yên ku li Viyenayê ne, got ku vexwendina Îranê ji bo danûstandinan bi gefa şandina biryarnamê ji bo civîna Desteya Rêvebiran a IAEA ne lihevhatî ye.
Li gorî IRNA-yê, Mikhail Ulyanov li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye: "Prensîpa vexwendina Îranê ji bo diyalogê baş û guncan e, lê vexwendinek wusa bi gefên çareseriyek neheq ji hêla Desteya Rêvebirên IAEA ve di rojên pêş de ne lihevhatî ye. "
Seîd Xetîbzade, berdevkê Wezareta Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Yekşemê bi şev got ku Komara Îslamî ya Îranê ji ber helwest û kiryarên Amjerîka û sê welatên Ewropî yên vê dawiyê, dema lidarxistina civînek nefermî ya ku ji alîyê Kordînatorê Ewropî yê Desteya IAEA ve hatiye pêşniyar kirin guncan nabîne.
Di berteka dijberiya Îranê ya li hember pêşniyara gotûbêj û hevdîtina bi Amerîka û sê welatên Ewropî re, Ulyanov nivîsand: "Ez difikirim ku ev ne gotina Îranê ya dawiyê ye." Sedema redkirina Îranê ya beşdarbûna danûstandinên nefermî, li gorî Wezareta Karên Derve ya Îranê, helwestên aloz ên hin hikûmetan e.
Vî dîplomatê Rûsî derbarê girîngiya civîna Desteya Rêveberan tekez kir: "Em bang li hevparên xwe yên di Rêkeftina Navokî û endamên din ên Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî dikin ku hay ji xwe hebin û xwe ji her gavên çewt û bêberpirsiyarî ku dibin sedema têkçûna jinûve destpêkirina Rêkeftina Navokî di pêşerojê de dûr bêxin.
Ulyanov tekez kir ku Amerîka û Îran hewce ye ku di vegera ser sozên xwe yên di çarçova Rêkeftina Navokî de tevahî hevdem û hevaheng bibin bêyî ku bikevin nav nîqaşên pûç derbarê kî divê gava yekem bavêje.
Civîna Lijneya Birêvebirên Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî îro di demekê de dest pê dike ku hin rapor bela bûne ku Amerîkayê biryar heye biryarnameyek dijî Îranê pêşkêşî civînê bike.