Sibat 28, 2021 21:46 Asia/Tehran
  • Balyozê Tirkiyê li Têhranê bo Wezareta karên derve ya Îranê hat xwestin

Balyozê Tirkiyê li Têhranê bo wezareta karên derve ya Îranê hat xwestin.

Li gorî rapora ISNAyê, Derya Ores, Balyozê Tirkiyê li Têhranê roja Yekşemiyê têkildarî gotinên nayên qebûlkirin ên Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê derbarê hebûn aendamên PKKê li axa Îranê

bo wezareta karên derve ya Îranê hat xwestin û itiraza fermî ya Îranê ji wî ra hat ragihandin.

Her wiha di vê hazirkirinê da, gotinên Balyozê Tirkiyê li Iraqê jî wek nedurust hatiye zanîn û ketiye ber rexneyan.

Balyozê Tirkiyê li Iraqê di twîtekê da bertek nîşanî gotûbêja Îrec Mescidî Balyozê Îranê li Iraqê digel Kanala Rûdawê ya Herêma KUrduistanê dabû.

Ajansa Anatoliyê jî roja Yekşemiyê ragihand ku dewletaa Tirkiyê balyozê Îranê li Enqerê bo Wezareta karên derve xwestiye û hegera vê yekê têkildarî hin gotinan derbarê êrîşên artêşa

Tirkiyê ser bakurê Iraqê daye zanîn.

 

Serepeyv