Sibat 28, 2021 15:42 Asia/Tehran
  • Rûhanî li ser pêwîstiya  berfirehkirina derfirotina ne-neftî ya Îranê pêgirî kir

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li ser pêwîstiya berfirehkirina derfirotina ne neftî ya bi armanca cihanîna siyaseta abora bêyî neftê pêgirî kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê di civîna Erkantiuya Hevahengiya aborî ya dewleta Îranê da tevî pêgiriya li ser berfirehkirina derfirotina ne neftî jibo serêxwegirtina mafê hebûna Îranê di abora cîhanî da, got: Berfirehkirina derfirotina ne neftî wek amûreke xurt a abora li ser bingeha berxwedanê jibo sekinîna li hemberî boykotên zalimane û neqanûnî yên Amerîkayê gelekî girîng e.

Rûhanî baştirkirina kualîteya kelûpelên îranî her wiha sozdariya berhemêneran di zêdekirina derfirotinên ne-neftî gelekî girîng da zanîn û got: Rewşa nû vê yekê pêwîst dike ku lezeke zêdetir di serêxwegirtina armancên dewletê di berfirehkirina derfirotinên ne neftî bikeve rojevê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha eşaret bi hewildanên jibo pûçkirina boykotên zalimane li dijî gel Îranê kir û got: Îranê karî boykotên ku di şerê aborî da û bi armanca pêkanîna xela û bêewlîtiya aborî li ser gelêÎranê hatibû sepandin, pûç bike.

 

Serepeyv