Sibat 28, 2021 13:36 Asia/Tehran
  • Reîsî: Şebekeya tendurustiya Îranê dikare 20 miliyon kesî di mehê da vaksîne bike

Alîkarê Tendurustiyê yê Wezareta Tendurustiyê ya Îranê got: Heke vaksîna Koronayê were dabînkirin, Şebekeya tendurustiyê ya Îranê dikare di mehê da 20 miliyon kesî vaksîne bike.

Li gorî rapora IRNAyê, Elîreza Reîsî, Alîkarê Tendurustiyê yê Wezareta Tendurustiyê ya Îranê  roja Yekşemiyê tevî amajeya bi berfirehkirina xizmetên tendurustî û dermanî li navçeyên cûrbecûr ên Îranê, got: Ji bilî malên tendurustiyê li derdora 17 hezar gundên welêt, zêde ji 2500 navendên tendurustî û dermanî yên gundî û derdora sê hezar navendên bajarî jî li Îranê çalak in û heta niha sê qonaxên bijîngkirinê yên pêderxistina Koronayê li Îranê pêk hatine.Li gorî ragihandina roja Şemiyê ya Wezareta Tendurustiyê ya Îranê, heta niha miliyonek û 623 hezar û 159 kes li welêt bi awayê teqez tûşî Vîrûsa Koronayê bûne.

 

Serepeyv