Xetîbzade: Îran dê li rex miletê Sûiye bimîne
Di civînekê de digel karbidestên Sûriyê, berdevkê wezareta karûbarên derve ya Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku Îran dê mîna berê bi gelê Sûrî re bimîne.
Li gorî IRNAyê, Seîd Xetîbzade, berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê ku çû Sûriyê, digel karbidestên sûrî civiya û tekez kir ku Îran dê mîna berê di warê jinûveavakirina aborî û hevkariya çandî de li rex hukûmet û miletê Sûriyê bimîne.
Xetîbzade digel wezîrê karên derve yê Sûriyê Feysel Miqdad jî rûnişt û hevkarîya çandî û ragihandinê di navbera wezîrên karên derve yên Îran û Sûrîyê gotûbêj kir.
Di civînê de, wezîrê karên derve yê Sûriyê tekez kir ku gereke hevkariya di navbera her du welatan de di warê çand û ragihandinê de pêş bikevin.
Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê digel Basina el-Şeban, şêwirmenda payebilind a Serokomarê Sûriyê Beşar Esed jî civîya.
Di vê hevdîtinê de Xetîbzade bi sekinîna ser pêşxistina hevkariya çandî û medyayî di navbera her du welatan de, berxwedana gelê Sûriyê sedema têkçûna komên terorîst bi nav kir.
Karbidestên Sûrî jî di van civînan de tekez kirin ku gelê Sûrî ti carî helwesta Îranê li hember gelê Sûriyê ji bîr nake.
Xetîbzade ji xeynî axivtina li Akademiya Dîplomatîk a Sûriyê û beşdariya li civîna Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk, beşdarî civînek hevpar a bi endamên çapemeniya Sûriyê re bû û bersiva pirsan da.