Hevdîtina wezîrê derve yê Iraqê bi Zerîf û Şemxanî re
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi wezîrê karên derve yê Iraqê re civiya û têkeliyên dualî û geşedanên li navçê gotûbêj kirin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iran Pressê, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, ku îro Şemî jibo serdanek yek rojî gihêşte Tehranê, bi Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf re civîya.
Gotûbêja li ser pirsên dualî û pêşhatên dawîyê li deverê, pêşhatên vê dawîyê li Iraqê, yek ji wan babetên serekî yê gotûbêja navbera vî rayedarê Iraqî û karbidestên Îranî di seredana wî ya Tehranê de ye.
Berî hevdîtina bi Zerîf re wezîrê derve yê Iraqê bi Elî Şemxanîi, Sekreterê Civata Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê re civiya.
Sekreterê civata bilind a ewlehiya netewî ya Komara Îslamî ya Îranê di civînekê de digel wezîrê karên derve yê Iraqê, tekez kir ku Îran û welatên din yên dijî-terorê nahêlin terorîzma tekfîrî ya girêdayî wê li navçeyê ji nû ve zindî bibe.
Wezîrê derve yê Iraqê jî got: Damezrandina ewlehîyê jibo Iraqê ku bi salan e li dijî teror û bê ewlehiyê şer dike, karê pêşîn û yekem e."