Sibat 26, 2021 15:47 Asia/Tehran
  • Heta îro 26ê Sibata 2021ê - Derdora miliyonek û 379 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 615 hezar û 184 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 379 hezar û 922 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 8103 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 615 hezar û 184 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 69 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 59 hezar û 899 kesî kesî."

 

Serepeyv