Sibat 26, 2021 00:53 Asia/Tehran
  • Zerîf: Reftara Amerîka neguheriye

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê li ser twitterê ragihand ku reftara Amerîkayê neguheriye.

Li gorî IRIB NEWSê, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf roja Pêncşemê li ser twitterê nivîsî: "Amerîka li xwe muqir tê ku Îranê piştî derketina Amerîkayê  ji Rêkeftina Navokî gav paşde avêtine,yanî heya dema ku di nav vê rêkeftinê bûye, Îran bi cidî  pabendî bendên rêkeftinê bû."

Zerîf di vê twîtê da nivîsiye: "Reftara Amerîkayê ya ku bû sebebê vê yekê, neguheriye."

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir:Sê welatên Ewropî jî sûcdar in.Wan di van sê salên ku di nav rêkeftinê de nebûye,  bi Îranê re bazirganî nekirin.

Zerîf tekez kir ku divê Amerîka û sê welatên Ewropî sedemê ji holê rakin, ne ku ji Îranê bixwazin ku dest ji karê xwe berde.

Li dû vekişîna yekalî û neqanûnî ya Amerîkayê ji Rêkevftina Navokî (8ê Gulana 2018),Îranê hewl da ku peymana nukleerê bidomîne bi şertê ku aliyên din ên peymanê peywirên xwe bicîh bînin, lê Ewropî di tedbîrên pratîkî de bi ser neketin û nekarîn sozên xwe ji bo parastina Rêkevtinê  bidomînin.

Serepeyv