Sibat 24, 2021 16:47 Asia/Tehran
  • Balyozê Almanyayê li Têhranê digel Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê hevdîtin pêk anî

Balyozê Almanyayê li Têhranê bi Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê ra hevdîtin pêk anî û wan derbarê danûstandinên dualî û mijarên têkildarî Peymana Navokî gotûbêj kirin.

Li gorî rapora IRNAyê, Hans Odû Mûtzl, Balyozê Almanyayê li Têhranê roja bihurî li Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê digel Elîê Ekber Salihî, Alîkarêl serokomêr û Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê ra hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Salihîê û Balyozê Almanyayê li Têhranê di vê hevdîtinê da derbarê zemîneyên eleqedar ên Îran û Almanyayê jibo pêşxistina pêwendiyan di warên cûrbecûr da û mijarên têkildarî Peymana Navokî axivîn.

 

Serepeyv