Sibat 24, 2021 14:32 Asia/Tehran
  • Heta îro 24ê Sibata 2021ê - Derdora miliyonek û 365 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 598 hezar û 875 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 365 hezar û 253 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 8270 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 598 hezar û 875 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 73 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 59 hezar û 736 kesî kesî."

 

Serepeyv