Sibat 23, 2021 16:46 Asia/Tehran
  • Berfirehkirina hevkariyên ser sînor ên  Îran û Iraqê

Fermandarên tixûbê Serdeştê li bakurê rojavayê Îranê û Sulêmaniyê li Iraqê ji bo berfirehkirina hevkariya sînor hevhatinnameyek îmze kirin.

Li gorî IRNAyê îro Sêşemê, Albay(serheng) Wehid Qewîdil, fermandarê Alaya Sînor a Serdeştê li Parêzgeha Azerbaycana Rojava li bakurê rojavaya Îranê, got: Bi armanca çareserkirina pirsgirêkên sînor û baştirkirina asta şiyanên her du aliyan ji bo afirandina ewlehiyek mayînde li ser tixûbên hevpar ên Îran û herêma Kurdistana Iraqê, hevhatinnameke sînorî bi "Remezan Ehmed El-Dawûdî" fermandarê Sînorê Silêmanî ya Iraqê li Qela Dizeh îmza bû.

Serheng Qewîdil got ku mebest ji imzekirina vê rêketinnamê ew e ku hewl bide asta hevkarî û têkiliyên hevbeş zêde bike da ku li ser tixûbên her du welatan ewlehiyek mayînde û li gor xwesta dualî çêbike, di rewşa îroyîn de ji ber tevger û planên dijminan ên xerab, hewce ye ku asta têkiliya di navbera her du aliyan de zêde bibe.

Fermandarê Alaya Sînor a Serdeştê got: "Ev rêketinnama tekez dike li ser berfirekirin û xurtkirina têkilî û hevkariya hevbeş, rakirina astengiyên aborî li bazarên sînorî û baştirkirina debara qanûnî ya niştecihên sînor."

Bajarê Serdeşt, ku nifûsa wî 120.000 kes e, ketiye başûrê Azerbaycana Rojava û bi Iraqê re 100 kîlometre sînorê xwe heye.

Serepeyv