Zerîf: Neteweyên Yekbûyî di piştgiriya huqûqa navneteweyî de xwediyê dosiyeke baş û bi romet nîne
Wezîrê Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Neteweyên Yekbûyî (NY) di warê piştgiriya huqûqa navneteweyî de dosiyeke xwe ya bironahî û xweş tine.
Li gorî ajansa Iran Pressê, Wezîrê Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro sêşemê bal kişande ser kêmasî û qusûriya NY di derheqê piştgiriya ji mafê netewya Îranê li şerê dasepndî ya Rejîma Beesa Iraq li dijî Îranê û got: NY di warê piştgiriya huqûqa navneteweyî de dosiyeke xwe ya bironahî û xweş tine.
Zarîf, di Konferansa Navneteweyî ya Huqûqî-Navneteweyî ya Parastina Pîroz de, got: "Rêxistinên navneteweyî deshilatê naguherin, lê bisaya bikaranîna amûrên hêzê, deshilatê nermtir û rêkûpêk û qanûnmend dikin."
Zerîf dibêje: Di şerê ferzkirî li dijî Îranê de, NYê ev amûrê nermkirin û sererastkirina hêzê jî bikar neanî.
Wezîrê Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê diyar kir ku êrîşa rejîma Bees a dîktatorê îdambûyî Seddam Huseyn ser Îranê binpêkirina eşkera ya qanûnên navneteweyî ye û di dewamê de got: "Ev êrişa leşkerî bi armanca berfirehkirin û zêdexwaziya erdî pêk hat, loma ji hêla û li gor her pênaseyê ve êrişkarî tête hesibandin."
Zerîf tekez kir ku raporên Neteweyên Yekbûyî nîşan didin ku rejîma Bees a Iraqê jibo wêrankirina deverên niştecîh kiryarên hedefdar ji bo wêrankirin û xirabiyê bikar anîne.
Wezîrê karên derve yê Îranê amaje bi êrişên mûşekî yên rêjîma Bees a Iraqê li ser bajarên Îranê kir û got: "Ya ku wekî şerê bajaran hate binavkirin cinayet û tawanek şer e."
Konferansa Navneteweyî ya Daxwziyên Hiqûqî ya Navneteweyî ya Parastina Pîroz îro Sêşemê, li Muzeya Inqilaba Îslamî û Parastina Pîroz dest pê kir.