Sibat 22, 2021 15:13 Asia/Tehran
  • Heta îro 22ê Sibata 2021ê - Derdora miliyonek û 351 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 582 hezar û 275 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 351 hezar û 390 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 8263 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 582 hezar û 275 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 89 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 59 hezar û 572 kesî kesî."

 

Serepeyv