Sibat 22, 2021 08:56 Asia/Tehran
  • Îro - Civîna endamên Civata Şarezayên Rêbertiyê digel Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî

Nûnerên Civata Şarezayên Rêbertiyê dê berêvara îro Duşemiyê di dawiya heştemîn civîna dora pêncem a Civata Şarezayên Rêbertiyê bi amadebûna li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (RE) digel Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bicivin.

Li gorî rapora IRAN Pressê, heştemîn civîna dora pêncem a Civata Şarezayên Rêbertiyê li gorî pêvajoya her salî, îro Duşemiyê 22ê Sibata 2020î dê were lidarxistin û nûnerên Civata Şarezayên Rêbertiyê berêvara îro di dawiya civîna xwe, bi amadebûna li Husseyniyeya Îmam Xumeynî (Re) tev Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bicivin.

Îsal ev civîn li gorî rêzikên Erkantiya Têkoşîna dijî Koronayê û bi berçavgirtina destûrkarên tendurustiyê dê li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (Re) were lidarxistin.

 

Serepeyv