Sibat 21, 2021 22:39 Asia/Tehran
  • Civîn û şêwira Zerîf bi Rêveberê Giştî yê IAEA re

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi Rêveberê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA)re hevdîtin û gotûbêj kir.

Li gorî IRNA, Dîrektorê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî, Rafael Grossi, îro Yekşemê bi Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê  Mihemed Cewad Zerîf re li Tehranê gotûbêj kir.

Hevkariya Komara Îslamî ya Îranê û Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî, hewildanên Ajansê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan de, û her weha hevkariya Îran û IAEA di çarçova Peymana Çavdêrî û Ewlehiyê de ji wan mijarên herî girîng bûn ku di dema hevdîtina Zerîf û Grossî de hatin gotûbêj kirin.

Grossî herwiha îro bi Elî Ekber Salihî, serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê jî, li ser hevahengkirina cîbicîkirina hevdem "Qanûna Çalakiya Stratejîk ji bo Rakirina Sizdanan û Parastina Berjewendiyên Neteweya Îranê" û Çalakiyên Peymana Ewlehî û Çavdêriyê ya IAEA nerînên xwe anîn ziman û bi hev re şêwirîn.

Serepeyv