Heta îro 20ê Sibata 2021ê - Derdora miliyonek û 337 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne
Sibat 20, 2021 14:53 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 566 hezar û 81 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 337 hezar û 877 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 7922 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 566 hezar û 81 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 68 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 59 hezar û 409 kesî kesî."