Sibat 20, 2021 13:45 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Amara Koronayê li Îranê hertim pirr deqîq û di demê da bo gel hatiye ragihandin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê damezirandina Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê û pesendnameyên wê ezmûneke giranqedr jibo welêt da zanîn û got: Amara Koronayê li Îranê hertim pirr deqîq û di demê da bo gel hatiye ragihandin.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê di civîna Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê da, tevî sipasiya ji hewildana bêrawestan, şev û rojî û fîdakarane ya berevanên tendurustiyê, got: Radyo û Televîziyon, Hêzên çekdar, rêxistinên çavdêr û beşa berhemanînê, yeksala borî li kêleka gel, Erkantiya Têkoşîna dijî Koronayê û Berevanên Tendurustiyê, karekî mezin kirin.

Rûhanî bi gotina vêya ku Îran ji wan welatan bû ku di wextê da û gelekî deqîq rewşa nexweşiya Koronayê di yeksala borî da ragihandiye gel, got: Gelek şik û gumanên çêkirî ji aliyên dijî Înqilabê yên derveyî welêt derbarê vê yekê ku dewletê ji ber lidarxistina hilbijartinan rastî ji gel ra negotiye û amarên nerast di vî warî da tên raberkirin ku tam derew in.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di dewamê da, kiryarên bingehîn ên pêkhatî jibo têkoşîna dijî Koronayê li welêt gelekî binirx da zanîn û got: Derdem piştî hatina Vîrûsa Koronayê bo welêt, em di Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî da gihîştin vê encamê ku divê erkantiyek bi navê Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê were damezirandin, loma pesendnameya wê hat amadekirin û Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî jî ew piştrast kir û li gorî heman pesendnameyê heta îro 58 civînên vê erkantiyê pêk hatine û ev ji bilî civînên komîteyên pisporî û civînên din e.

Rûhanî got: Damezirandina Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê îlhamgirtî ji tecrubeya serdema Berevaniya Pîroz bi armanca pêwîstiya pêkhatina Konseya Bilind a Piştevaniya Şêrr û Erkantiya Navendî ya Piştevaniya Şêrr bû ku serokatiya vê erkantiyê di wê serdemê da li ustiyê min bû û ev konse û erkantî jî di serdema Berevaniya Pîroz pirr bibandor bû.

 

Serepeyv