Danûstandina Posta Asimanî navbera Îran û Japonê ji nû va dest pê bû
Sibat 20, 2021 13:45 Asia/Tehran
Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Tokyoyê ragihand ku danûstandina rasterast a postî navbera Têhran û Tokyoyê dê bi zûtirkê were destpêkirin.
Li gorî rapora IRNAyê, Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Tokyoyê roja Şemiyê ragihand: Li pey şopandinên Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Tokyoyê û lihevhatina tev Kompaniya Postê ya Japonê, şandina barên posta asimanî û Pêşeng (Pîştaz) bo Îranê mumkin bûye.
Di daxuyaniya Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Tokyoyê da hatiye: Li gorî hevahengiyên pêkhatî, danûstandinên postî ji roja 26ê Sibata 2021ê dê ji nû va dest pê bibin.