Sibat 20, 2021 11:24 Asia/Tehran
  • Du projeyên bergiriya asimanî ya Artêşa Îranê hatin nimandin

Du projeyên operasiyonî û teknolojîk ên Hêza Bergiriya Asimanî ya Artêşa Îranê îro Şemiyê hatin nimandin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Merasima nimandina van du destkeftên nû îro bi amadebûna emîr sertîp Sebahîferd, Fermandarê Hêza Bergiriya Asimanî ya Artêşa Îranê û Sorlîkarê zanistî û teknoloijiyê yê Serokê Komara Îslamî ya Îranê hat lidarxistin.

Du projeyên ku îro hatin nimandin, di warê radarî û alîkarîgihandin û rizgarkirinê da bûn.

Destkefta yekem Radareke pêşketî bi qabiliyeta kifşkirina hûrebalefiran bi navê Pergala Radarî ya Behmenê û destkefta din, dîzaynkirin û çêkirina odeya kiryara Xwekêş bi navê Pergala Rizgarkirinê ye.

Di vê merasimê da, Emîr sertîp Sebahîferd Fermandarê Hêza Bergiriya Asimanî ya Artêşa Îranê got: Projeya Pergala Radarî ya Behmenê bi mebesta kifşkirina hûrebalefiran bêyî weşandina tu cûre elamet an sîgnalê û jibo sazkirina di gişt atmosferan ji wan atmosfera bajarî hatiye çêkirin.

Hêza Bergiriya Asimanî ya Artêşa Îranê got: Armanca dîzaynkirin û çêkirina Pergala Rizgarkirinê pêkanîna pergaleke taktîkî di çarçova odeyeke kiryarê ya Xwekêş e ku ji bilî xurtkirina şiyana şêrr, xwedan derfeta xizmetgihaniyê di mewqiyên qeyranî û alîkarîgihandina bo gel di mewqiyên hewce da be.

 

Serepeyv