Sibat 19, 2021 20:07 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku heya niha li Îranê jimara kesên ku bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye milyonek û 588 hezar û 159 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro Înê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa Koronayê ya 8 hezar û 17 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 678 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirina sivik çûn malên xwe.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku heyf û mixabin di 24 saetên dawiyê 77 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê li Îranê heya niha can dane gihêşte 59 hezar û 341 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê herwiha got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 331 hezar û 612 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Serepeyv