Xetîbzade: Ji bo vejandina Rêkevtina Navokî, kiryara pratîk a Amerîka û rakirina dorpêçên dijî Îranê pêdivî ye
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê tenê riya vejandina Rêkevtina Navokî rakirina pêngava pratîk a Amerîkayê û rakirina dorpêçên li dijî Îranê da zanîn.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade îro Înê li ser bersiva vekişîna Amerîka ji Mekanîzma Kişokê li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî tweet kir û nivîsî: "Ji ber vekişîna Amerîka ji Rêkevtina Navokî êdî koma 5+1 nemaye, û naha tenê Îran û koma 4+ 1 heye."
Berdevkê Wezareta karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê bi bîr xist: "Donald Trump" ji Rêkevtina Navokî derket û hewl da ku wê hilweşîne û got: Ji bo vejandina Koma 5 + 1, divê Amerîka tevbigere û cezayan rake.
Serokomarê berê yê Amerîka Donald Trump piştî ku di dirêjkirina dorpêçên çekan ên li dijî Îranê de negihêşte encamê, di Tebaxa 2020-an de tevgerek têkçûyî da destpê kirin ji bo vegerandina sizayên Neteweyên Yekbûyî yên li dijî Îranê.
Di vê navberê de rêveberiya nû ya Amerîkayê ji ber ku hewldanên rêveberiya berê ya vî welatî derheq sepandina sizayên herî zêde li ser Îranê negihêşte encamê, diyar kir ku vekişîna yekalî ya Amerîkayê ji Rêkevtina Navokî bû sedemê tecrîda vî welatî li cîhanê, wê Amerîka vegere nav peymana ku Konseya Ewlekariyê ya NY pejirandiye, ya ku cezayên li ser Îranê radike. .