Sibat 16, 2021 21:48 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Gotûbêja dubare derbarê Peymana Navokî ne pêkan e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê vekirin û gotûbêja dubare derbarê Peymana Navokî wek berhema hewildana dirêj a welatên cûrbecûr nepêkan û li dijî Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY da zanîn.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê berêvara Sêşemiyê di têkiliya telefonî tev Gay Paremlîn Serokomarê Swîsê, pêwendiyên baş ên Têhran û Bêrnê dîrokî da zanîn û destnîşan kir: Pêwîst e ku ev pêwendiya baş li gorî derfetên zehf ên  dualî, zdêetir ji berê û di çarçova nexşerêya hevkariyan, xurt bibe.

Rûhanî tevî pêgiriya li ser vê yekê ku çareserkirina pirsgirêkan bi riya gefxwarin, zext û zorê li hemberî gelê Îranê teqez tûşî şikestê bûye, got: Tenê bi şêwazên li gorî aqilmendî û rêzgirtina dualî ye ku em dikarin pirsgirêkan çareser bikin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku stratejiya Têhranê derheqê Peymana Navokî tam diyar e, got: Betalkirina pratîkî û n etenê li ser kaxezê ya boykotan ji aliyê Amerîkayê va vegeriyana me bo cihanîna sozên ku  me li gorî Peymana Navokî kêm kirine dê pêk bîne.

Rûhanî destnîşan kir: Niha gog di erdê Amerîkayê da ye û her dema ku boykotên neqanûnî bi awayekî pratîkî wêda dayne, dê her tişt bikeve ser rêya durust.

 

 

Serepeyv