Heta îro 16ê Sibata 2021ê - Derdora miliyonek û 310 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne
Sibat 16, 2021 15:12 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 534 hezar û 34 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 310 hezar û 821 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 8011 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 534 hezar û 34 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 89 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 59 hezar û 117 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 110 miliyon kesî.