Sibat 13, 2021 23:23 Asia/Tehran
  • Di şewata li bazara Mehabadê de çar kes birîndar bûn

Birêvebirê Rêxistina Agirkujiyê û Karûbarên Ewlehî ya Şaredariya Mehabadê, bajarê kurdnişîn li bakurê rojhilatê Îranê got: di dema bûyera şewatê li sûka "Esxarî" ya vî bajarî, çar kes birîndar bûn ku du ji wan agirkuj in.

Rehman Ehmedî di hevpeyvînekê bi IRNA re îro got ku rewşa giştî ya birîndarên baş û bi saya hewldana bêrawestan a ekîba agirkujiyê ev bûyer piştî 3 saetan hat kontrolkirin.

Birêvebirê Rêxistina Agirkujiyê û Karûbarên Ewlehî ya Şaredariya Mahabadê got: Ji ber berfirehbûna şewata li vê bazarê, tîmên agirkujiyê yên bajarê Naghadeh, artêş û kompleksa petrokîmyaya Mahabadê jî ji bo vemirandina agir alîkarî hat xwestin û agir bi 13 kamyonên agirkuj hate vemirandin.

Ehmedî diyar kir:Di vê bûyerê de, nêzîkê 50 dikanên kevnar ên vê bazarê ku bi taybetî dikanên alavên malê, cil, kosmetîk û porselan tê de bûn, hatin şewitandin.

Ehmedî berdewam kir: sedemê vê şewatê heya niha nehatiye diyar kirin û rêjeya zirarê ya rastîn û sedema sereke ya bûyerê ji hêla pisporan ve têne lêkolîn kirin, lê mîqyara xisarê ji 500 mîlyar riyalî zêdetir tê texmîn kirin.

Li gorî zaniyariyan saet di derabarê 00: 30 nîvê şeva derbasbûyî de agir bi mezintrîn  bazara Esxerî ya Mehabada ket.  

Bazara Esxerî ya Mehabadê yek ji giringtirîn bazarên bajarên kurdan li Îranê ye û nêzikê 500 dikan tê de hene. Dahatina hejmareke mezin ya xelkê Mehabadê li ser wê bazarê ye.

Serepeyv